Şehîd Zîlan bi semînerekê li navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo hat bibîranîn.
30’ê Hezîranê, salvegera 27’an a çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) bû.
Kongreya Star a navçeya Til Birakê bi semînerekê şehîd zîlan bi bîr anî.
Semîner bi amadebûna endamên saziyên sivîl û leşkerî hat dayîn.
Endama Koordînasyona Kongra Star a navçeyê, Rexed El-Hisên nameya şehîd Zîlan xwend.
Her weha sinevîzyonek li ser şehîd Zîlan hat pêşandan.
Semîner bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.