Erdogan wê li Rûsya bi Putin re bicive

Şefê rejîma Tirkiyê Erdogan di demek nêz de ji bo hevdîtina bi Serokê Rûsya Putin re wê serdana wî welatî bike.
Yek ji rojeva sereke ya civîna li Soçî pêk were de, peymana Korîdora Genim e.

Serokomarê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan wê di demeke nêz de serdana Rûsyayê bike.

Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Omer Çelîk doh li Enqerê di daxuyaniyekê de ragihand ku hevdîtin wê li Soçî ya li peravên Behra Reş a Rûsyayê pêk were.

Çelîk ku di derbarê dîroka hevdîtinê de agahî neda, diyar kir ku Tirkiye hêvî dike bi muzakereyan pêşî li “krîza xwarinê ya nêzîk” bigire.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî ji rojnamevanan re got, wî di derbarê roja hevdîtina plankirî ya di navbera her du rêberan de agahî nedan.

Peskov daxuyakirin ku ji bo hevdîtinê xebateke zêde tê kirin.

Kanala nûçeyan a Bloombergê ragihand ku dibe Serokomarê Tirkiyê 9’ê Îlonê dema ji bo civîna G20 a li Hindistanê pêk bê, serana Rûsya jî bike.

Li Behra Reş alozî zêde dibe

Di nîvê Tîrmehê de, Moskowê vekişîna xwe ya ji Peymana Genim ê Ukrayna ragihand.

Bi vê yekê re şandina genimê li ser Derya Reş re êdî zehmet bû.

Li ser vê yekê, Ukrayna di destpêka meha Tebaxê de, tevî gefên Rûsyayê, hin benderên xwe yên li Deryaya Reş ji keştiyên bazirganî yên di hundir û derve re vekir.

Piştî bidawîhatina Peymana Genim bi Rûsyayê re, keştiya duyemîn roja Duşemê ji bendera Odessa ya li başûrê Ukraynayê derket û gihîşt Stenbolê.

Aloziya leşkerî li Behra Reş piştî vekişîna Rûsyayê ji Peymana Korîdora Genim zêde bû.

Fîdan wê serdana Moskow bike

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan di serdana xwe ya Kîevê ya roja Înê de got, ji peymanê re “alternatîf tune”.

Tê çaverêkirin ku Fîdan di rojên pêş de biçe Moskowê û daxwazên Kremlînê gotûbêj bike.

Di vê navberê de, Ukrayna daxuyaniyên hin welatên Ewropayê yên Rojhilat ên ku dibêjin piştî bidawîhatina peymana Yekîtiya Ewropayê dê qedexeyên îthalata genimê Ukraynayê bidomînin, şermezar kir.

Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dimitro Kuleba ku serdana Pragê kir got,

“Em vê yekê bi kategorî red dikin ji ber ku ev pîvan rêzikên bazara hevpar binpê dike.”

Peymana heyî ya bi YE’yê re di 15’ê Îlonê de bi dawî dibe.

Back to top button