Li Awistralya di mejiyê nexwaşekî de kurmek zindî hat derxistin

Li Awistralyayê jinek 68 salî ji ber nexwaşiya di serî de rakirin nexwaşxaneyê.
Bijîşkên ku ew jin emelyat kirin di mejiyê wê de, kurmê zindî yê 8 santîmetre dîtin.
Di cîhanê de cara yekeme ku bûyereke bi vî rengî tê dîtin.

https://www.iha.com.tr/haber-dunyada-ilk-avustralyada-bir-hastanin-beyninden-canli-solucan-cikarildi-1183563

Li paytexta Awistralya Kanberrayê ji mêjiyê jineke ku emeliyat bûbû kurmê zindî yê 8 santîmetre hat derxistin.

Di cîhanê de cara yekeme ku bûyereke bi vî rengî tê dîtin.

Jina 64 salî cara yekem di dawiya sala 2021’an bi giliyên êşa zik, îshal, kuxik, ta û xwêdanê rakirin nexweşxaneyê.

Piştre di sala 2022’an de di jinê de nexwajiya jibîrkirin û depresyonê pêş ket.

Bi vê yekê re ew kes şandin Nexweşxaneya Kanberra.

Piştî ku di mejiyê wê jinkê de nexwaşiyên bi guman hatin dîtin biryara emeliyatê hate girtin.

Di dema emeliyatê de bijîşkan di mejiyê jinê de kurmên zindî yên 8 santîmetreyî dîtin.

Hat diyarkirin kurmê ku navê wê bi latînî “Ophidascaris robertsi” ye, parazîteke normal di marên pîthon de tê dîtin.

Profesor û pisporê sereke yê nexweşiya infeksiyonê li Nexweşxaney Kanberra, got:

“Di mirovan de ev vedîtina yekem ya Ophidascaris e.”

Zanyar: Ew kurmik ji keskahiyan derbasî laşê nexwaş bûye

Li gorî lêkolînên ku hatine kirin li nêzî mala jinkê golek hebû, li derdora golê jî cureyê pîthonê ku parazît tê de dijî, hat dîtin.

Zanyar dibêjin ji ber ku wê jinkê gelek temas bi keskahiya li nêzî golê re kiriye û di xwarinê de bi kar aniye lewam kurmik kariye bikeve laşê wê.

Ew jin niha ji aliyê tîmeke nexweşiyên enfeksiyon û pisporên mêjî ve tê şopandin.

Back to top button