Çalakiya Şengaliyan a destekdayîna Asayîşa xwe di roja 13’an de ye

Çalakiya Konvedanê ya Şêniyên Şengalê ya li dijî plana dagirkirina Şengalê ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidxanê di roja 13’an de dewam dike.

Çalekiya ku bi dirûşma “Em hemû asayîş in, Asayîşa Me Rûmeta Me Ye” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 13’an de ji aliyê koma Til Ezêr û Serdeştê ve dewam dike.

Welatî bê navber serdana konê berxwedanê dikin û çalakvan jî heya serê sibê govendê li dora agir digerînin.

Derbarê planên ser Şengalê, Endama Meclisa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Emşê Elî û got:

“Jibilî hêzên Êzidxanê, baweriya me nema bi ti hêzan tê.”

Back to top button