Dagirkeran ji gundên navçeya Raco 5 sivîl revandin

Li Efrîna dagirkirî, zilm û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin.
Dagirker ji gundên navçeya Reco 5 sivîl revandin, Li Cindirêsê jî 75 darên zeytûnê birîn. Li navçeya Raco jî dest danîn ser 50 darên zeytûnê.

Li Efrîna dagirkirî, rojane hovîtî û sucên deweleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan zêde dibin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûrî ragihand ku Çeteyên dewleta Tirk bi ser gundên Gewanda, Meydan Ekbes û Hec Xelîl yên navçeya Raco girtin û 5 sivîl revandin.

Li gorî rêxistinê,13’ê Kanûnê çeteyan bi bihaneyên ne rast şêniyên bi navê Salih Hec Mihemed Hemed û Hisên Mistefa yên ji gundê Meydan Ekbes,
Mistefa Mihemed Bîlal û Elî Mile yên ji gundê Gewenda û
Faroq Mihemed ji gundê Hec Xelîl revandin û çarenûsa wan heya niha ne diyar e.

Rêxistinê dabû zanîn ku 11’ê kanûnê, li navçeya Şêrewa çeteyan gundê Biyê û gundê Basofanê yê Êzîdî dorpêç kirin û 15 sivîl revandin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakur Sûrî jî eşkere kir ku ji destpêka meha Kanûnê, navên 46 kesên ku dagirkeran ji Efrînê revandine, belgekirine.

Çeteyan li Cindirêsê 75 darên zeytûnê birîn, li Raco 50 dar desteser kirin

Li aliyê din, li navçeya Cindirêsê, çeteyan 25 darên Zeytûnê yên şêniyê bi navê Hec Elî yê ji gundê Kaxrê yê Mabata birîn.

Li Gundê Qûcîma yê Cindirêsê jî, bi armanca firotina êzingan çeteyan 50 darê zeytûnê yên şêniyê bi navê Hisên Mihemed Ebdo birîn.

Çeteyan 50 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Osman Silênam Xilo yê ji gundê Memila ya Navçeya Reco jî destesekirin.

Back to top button