26 rêxistinên civaka sivîl banga azadkirina xwepêşanderên binçavkirî kir

Li Başûrê Kurdistanê, 26 rêxistinên civaka sivîl banga azadkirina kesên di dema xwepêşandanan hatine binçavkirin kir.

Li bajarê Silêmaniyê, 26 rêxistinên civaka sivîl derbarê kesên di xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê de hatine binçavkirin daxuyaniyek çapemeniyê da.

Rêxistinan diyar kir ku ew ê daxwaznameyek radestî serokatiya parlamento û hikumeta herêmê bikin.

Di daxwaznameyê de daxwaz tê kirin ku xwepêşanderên binçavkirî werin berdan û derbarê kesên tundûtujiyê hemberî xwepêşanderan pêk anîne lêpirsîn were kirin.

Her wiha di daxwaznameyê de bang li hemû welatî û xwepêşanderan hat kirin ku bi awayek aram û sivîlî xwepêşandanan li dar bixin.

26 rêxistinên civaka sivîl bang li hikûmetê kir ku di demeke zû de daxwazên xwepêşanderan bicih bînin û xwepêşandan werin parastin.

Piştî nerazîbûnên berfireh, nûçegihanê ajansa Rojnewsê Zusik Hemed hat berdan

Li aliyê din jî piştî nerazîbûnên berfireh yên xelkê Başûrê Kurdistanê, îro Nûçegihanê Ajansa Rojnewsê Zusik Hemed hate berdan.

Duh jî 6 çalakvan ku berê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Back to top button