PERGALA S-400 QONAXA YEKEMÎN A WERGIRTINA S-400 BI DAWÎ BÛ

Qefil û alavên qonaxa yekemîn ên S-400 bi tememî gihaştin Enqereyê. Her çiqas Amerîka hişyarî dida Tirkiyê, lê ya dawî xwe kerr dikir. Ev demek baş heye, ku vê mijarê nakokî navbera herdu aliyan derxistiye. Lê Berpirsekî Tirk jî eşkere dike ku, nakokiyên Emerîka û Tirkiyê ji S-400 mezintir in. 

Ji bo wergirtina S-400 nerhetî kete têkiliyên Amerîka û Tirkiyê..

Amerîka der barê bikaranîna fûzeyên vê pergalê de bifikar e, ji ber dibîne bi vê yekê wê detayên F-35 ji Rûsan re eşkere bibin.

Ne tenê ev, Welatên NATO bi giştî di nava heman tirsê de ne..

Li aliyekî din, wezareta derve ya Tirkiyê îro ragihand ku qonaxa yekem a wergirtina fûzeyên S-400 bi dawî bû.

Li gorî ajansa Anadolê ya Tirkî, îro 30 balafir gihaştin baregeha Mutîd a Enqereyê.

“NAKOKIYA NAVBERA WAŞINTON Û ENQEREYÊ JI S-400 MEZINTIR E”

Der barê vê mijarê de, Cîgirê serokerkanê artêşa Tirk ê berê Ergin Saygun S-400 weke yek ji sedemên nakokiyên navbera Enqere û Wşintonê bi nav dike.

Saygun diyar kir ku mesele ji S-40r0 mezintir e..

Li gorî Sererkanê berê yê Artêşa Tirk, eger herdu aliyan li ser vê mijarê li hev kir, wê Waşinton 3 tiştan ji Enqereyê bixwaze:

Dûrketina ji Îranê.

Avakirina welatekî Kurdî li Sûriyê.

Rêgirtina li ber lêgerîna gazê li Qibrisê.

Cîgirê serokerkanê artêşa Tirk, destnîşan kir ku Amerîka bi vê yekê dixwaze siyaseta Tirkiyê ya derve lawaz bike û Israîl weke hêzeke herêmî ya xurt nîşan bide.

Li kêleka S-400 hebûna Emerîka li Bakur û Rojhilatê Sûrî Tirkiyê bêzar dike..

Her wekî wê, doza Fethuleh Gulen, Riza Zerab û bazirganiya bi Îranê re, Emerîka li dijî Tirkiyê bi hêrs dike..

 

Leave a Reply

Back to top button