Mazlûm Ebdî: em ê li gorî lihevkirina agirbestê tevbigerin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ji Telvîzyona me re têkildarî lihevkirina agirbestê ya di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de axivî û got, “Em ê li gorî lihevkirina agirbestê tevbigerin.”
Mazlûm Ebdî da zanîn ku ev lihevkirin ji bo herêma di navbera Serê Kaniyê û Girê Spî de ye.
Fermandarê QSD’ê Ebdî anî ziman ku ev agirbest encama berxwedana şervanên QSD ye.
Ebdî her weha destnîşankir ku metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmê hîn bi dawî nebûye û got, “Divê gelê me tekoşîna xwe bilind bike. Divê partî û aliyên siyasi teqez yekîtiya xwe çêbikin.”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî biryara lihevkirina agirbestê ya piştî civîna rayedarên Emerîka û dewleta Tirk de hatibû girtin, doh bi şev ji televîzyona me re nirxand.

Mazlûm Ebdî da zanîn ku ev agirbest tenê ji bo herêma Girê Spî û Serêkaniyê derbasdar e û ew ê jî li gorî lihevkirina agirbestê tevbigerin.

Ebdî got, “Ji bo ku ev agirbest bigihêje encamê em wek QSD’ê tiştên ku bikeve ser milê me em ê pêk bînin. Lê Amerîka ji pêkanîna agirbestê berpirsayar e. ”

Mazlûm Ebdî anî ziman ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi sedan sivîl hatin qetilkirin û bi hezaran kes ji cih û warên xwe koçber bûn û destnîşankir ku divê gel vegere cih û warê xwe û armanca dagirkeran bi cih neyê.

MAZLÛM EBDÎ: EV AGIRBEST ENCAMA BERXWEDANA ŞERVANÊN QSD YE

Mazlum Ebdî got ku, ev agirbesta encama berxwedana şervanên QSD ye û ji bo hemû kesên ku piştgirî daye berxwedana rûmetê sipasî kir.

Mazlûm Ebdî wiha axifî, “Ev agirbest encama berxwedana şervanên QSD’ê, ku ji ciwanên Kurd, Ereb û Suryan pêk tê ye. Dîsa ev encama berxwedaniya gelê Kurd, gelên cîhanê ku piştevaniya gelê me kirine û encama dewletên cîhanî ku destek danê me ye.”

MAZLÛM EBDÎ: METIRSIYA DAGIRKERIYA ARTÊŞA TIRK BI DAWÎ NEBÛYE

Ebdî her weha destnîşankir ku, metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmê hîn bi dawî nebûye û got, “Ev despêkek e. Dewleta dagirker wê wiha nesekine. Divê gelê me tekoşîna xwe bilind bike. Divê partî û aliyên siyasi yên gelê kurd yekîtiya xwe teqez çêbikin.”

Leave a Reply

Back to top button