“Ji ber qutkirina ava stasyona Elokê dibe ku di demek nêz de karesatek mirovî rû bide”

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Hesekê bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bo pêşîgirtina karesetê bikevin nava liv û tevger ê.

Dewleta Tirk a dagirker bi armancgirtina pêdiviyên jiyanî jî hewl dide qelê herêmê qir bike.

Dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina bajarê Serêkaniyê heta niha ava stasyona Elokê qut kiriye.

Lewra bi taybetî şeniyên Hesekê ji ber tunebûna ava paqij bi karesateke mezin re rûbirû mane.

Xelkên bajêr neçarin ku avê bikrin, paqij be an jî qirêj be..

Ev rewş gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne.

Ji nexweşî û ziwahiyê bigre û ber bi kerastan ve.

Gerînendetiya Avê ya Hesekê di 3’yê Tîrmehê de ji ber qutkirina avê, Hesekê wekî herêma karesatê îlan kir.

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Hesekê Îsa Yûnis têkildarî mijarê axivî.

Yûnis diyar kir ku hewl didin dengê xelkê Hesekê bigihînin civata navneteweyî, aliyên têkildar û hêzên aktîv ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got:

Ji ber qutkirina ava stasyona Elokê dibe ku di demek nêz de karesatek mirovî rû bide.

Têkildarî tedbîrên ku dê gerînende ji bo sivikbûna êşên gel bigire, Yûnis ev agahî dan:

“Gelek sahrîcên me yên avê hene.

Ew ê bikevin xizmeta şêniyan û avê bi rêya meclis û komînan belav bikin da ku vê karesatê hinekî sivik bikin.”

Tenê 60 sahrîcên avê li cem Gerînendetiya Avê ya Hesekê hene û ji bo pêşwazîkirina pêdiviya şêniyan ne têrkerin.

Yûnis anî ziman ku heta ew projeya kişandina avê ji gundewarê Amûdê di dema pêş de pêk bînin, ew ê bi qasî hêza xwe sahrîcan bixin tevgerê.

Di dawiyê de Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Hesekê Îsa Yûnis bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bo pêşîgirtina karesetê bikevin nava liv û tevger ê.

Dewleta Tirk bi girtina ava Firat û Dicleyê, Iraq û Suriyê dixeniqîne

Back to top button