Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 8 şervanên ku li Helebê şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîdbûne, eşkerekir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 8 şehîdan ku di dem û cihên cuda de di berxwedana Helebê de şehîd bûne, eşkere kir.
Navendê di daxuyaniyaxwe de wiha got:
“Ji destpêka şoreşa Rojava heta roja îro, têkoşîna ku li hember hêzên paşverû û dagirker ên dijminên mirovahiyê hat meşandin, ji bo hemû gelên cîhanê bû mînakeke bêhempa.
Di vê têkoşînê de qehremaniyên pir mezin û dîrokî derketin holê û bi hezaran keç û xortên vî welatî ji bo azadiya mirovahiyê xwe feda kir û ji bo pêşeroja mirovahiyê bûn ronahî.
2014’an de li gundewarê Helebê, çeteyên DAIŞ’ê bi hemû rêbazên dermirovî êriş û komkujî li hember gelan didan meşandin û li hember vê jî berxwedaneke mezin derketibû holê.
Hevrêyên me Ehmed El-Hesen, Ehmed Xidro, Şaban Îbrahîm, Elî El-Hilo, Mihemed Elî El-Beşar, Mıstafa Mehmûd û Beşar Qasim di vê berxwedanê de gihaştin asta şehadetê.
Her wiha hevrêyê me Karwan Efrîn di 02 Çile 2021’an de di encama qezayekê de gihaşt asta şehadetê. Em wan şêhîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbatên wan û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:
Hemnî Îhsanî bi nasnav Karwan Efrîn
cihê ji dayîkbûnê Zerdeşt
2’ê çileya 2021’an li Helebê şehîd bû.
Nav û Paşnav: Ehmed El-Hesen
Navê Dayikê: Nûriye
Navê Bav: Zekeriya
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014
Nav û Paşnav: Ehmed Xidro
Navê Dayikê: Melîha
Navê Bav: Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014
Nav û Paşnav: Şeban Îbrahîm
Navê Dayikê: Eyuş
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014
Nav û Paşnav: Elî El-Hilo
Navê Dayikê: Behiye
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014
Nav û Paşnav: Mihemed Elî El-Beşar
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014
Nav û Paşnav: Mistafa Mehmûd
Navê Dayikê: Zeyno
Navê Bav: Welîd
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014
Nav û Paşnav: Beşar Qasim
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014