Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Çarseriyê, bi rêya tecrîdê dixetimînin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku, bloka desthilatdariyê li dijî çareseriya meseleya Kurd bi rêbazên aştiyane, demokratîk û diyalogê ye û destnîşan kir, yên ku ji hewldanên çareseriyê yên Ocalan aciz in, tecrîdê giran dikin.

22 sal in Rêber Ocalan, li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di tecrîdê de ye.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî tecrîdê bersiv da pirsên ANF’ê û ragihand ku bloka desthilatdariyê li dijî çareseriya mijara Kurd a bi rêbazên aştiyane, demokratîk û diyalogê ye.

Buroyê got:

“Yên ku ji fikrê aştiyane û çêker, pêşniyarên çareseriyê yên Rêber Ocalan aciz in, tecrîdê giran dikin. Yên ku operasyonên leşkerî û şer dixwazin, yên bi destê polîs û dadgeriyê bi hezaran mirov girtin, dixwazin dengê Ocalan bibirin.”

Buroyê her wiha ragihand ku ji bo aştiya civakî, bêdengiya li hember tecrîda li Îmraliyê, gelekî metirsîdar e û destnîşan kir ku Tirkiye ji dewleta hiqûqê gelekî dûr ketiye û got:

” Lewma em li bendê ne ku raya giştî li ber tecrîda li Îmraliyê rabe û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide. Bi sîstema tecrîd û bêhiqûqiyê re, polîtîkayên neçarseriyê yên meseleya Kurd -aborî jî di nav de- encamên wê, civakê bi temamî eleqedar dike.”

Back to top button