Partiya Çepên Kesk: Emê pêvajoya rexnedayînê bidin destpêkirin

Parlamenterê Êlihê yê Partiya Çepên Kesk Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku pêvajoya rexnekirin û rexnedayinê wê bi beşdariya gel dewam bike û got, “Bêguman em ê têkoşînê mezin bikin.”

Mehmet Ruştu Tîryakî got, “Ev hilbijartin di asta dîrokî de girîng bûn. Ji bo dîroka Tirkiyeyê karîbû diyarker bûya, ji ber gelek sedeman nebû.

Bêguman divê mirov sedemên vê yekê bi demdirêjî nîqaş bikin. Em ê nîqaş bikin.”

Tîryakî ragihand ku pêşerojeke ne baş li pêşiya Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn e û got

“Bawer bikin, eger em li dijî van polîtîkayên nijadperest, dijminê jinê û şer tênekoşin, em ê hîn bêhtir bikevin nava şer û xizaniyê.”

Tîryakî bal kişand ser rewşa bêhêvîtiyê ya piştî hilbijartinê û got, ” Serkeftin bi têkoşîneke rast dibe, em bêhêvî nebin”

Tîryakî diyar kir ku careke din me dît ku rêya sêyemîn çiqas girîng e, wek partî jî ewê pêvajoya rexnekirin û rexnedayinê pêkbînin

Back to top button