Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad anî ziman ku xwedîderketina li serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê erkeke neteweyî ye. Zeyneb Murad derbarê êrişên Dewleta Îranê û dewleta Tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê de jî got, “Armanca êrişan tunekirina destektiyên Kurdan e divê bi ruhekî neteweyî em bibin yek.”

Serîhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kiribûn bi pêşengiya jinan didomin.

Di çalakiyên bi dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” tên kirin de heya niha gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.

Êrişên rejîma Îranê yên li dijî Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Zeyneb Mûrad: Rejîm xwe li ber serhildanê nagire û êriş dike

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Murad anî ziman ku êrişên rejîma Îranê bêtehemûliya li dijî serhildana gelên Îranê ye û got: Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildanên mezin hene.

Ev çalaki piştî kuştina Jîna Emînî destpêkirin.

Dewleta Îranê ku êdî nikare serhildanan kontrol bike serî li êrîşan dide.

Zeyneb destnîşan kir ku êrişên dewleta Îranê ku heman êrişan dewleta Tirkî jî dike nîşan didin ku hevkariyek di nava her du aliyên “dagirker” de heye.

”Xwedîderketina li berxwedana Rojhilat erkeke neteweyî ye”

Zeyneb Mûrad diyar kir ku xwedîderketina li serhildana Rojhilatê erkeke neteweyî ye û wiha bi lêv kir:

Divê em gelê kurd, hêzên siyasî, sazî û dezgehên kurdî vê rastiyê bibînin û erk û berpirsyariya xwe pêk binin.

Xwedîderketin û piştgirîdayina li berxwedana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û berxwedana Başûrê Kurdistanê berpirsyariya her kurdî ye.

Bi ruhekî neteweyî divê em bibin deng.

“Armanca êrişên li ser Başûr têkbirina destketiyên Kurdan e”

Hevseroka KNK’ê bal kişand li ser bêdengiya rêveberiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û wiha bi dawî kir:

PDK û YNK li hemberî van êrîşan bêdeng in.

Jixwe zêdetirî salekê ye ku dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrişî bajarê Başûrê Kurdistanê dike.

Ev bêdengî û bêhelwestî cesaretê dide dewleta Tirk.

Banga me ji bo her kurdî ye, em bibin yekdeng û bi ruheke neteweyî li hemberî van êrîşên dagirkeriyê bisekinin.

Back to top button