Li Efrînê polîtîkayên qirkirinê

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Gulanê de zarokek kuşt, 53 kesên ku 4 ji wan jin in revandin. Bi hevkariya rêxistinên Qeterî û Kuweyîtî jî li çiyayê Lêlûn û gundên Şêrawayê avahiyên mêtingeriyê ava kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê anî ziman li dijî şêniyê Efrîna dagirkirî sûcên kuştin, êşkencekirin, revandin û guhertina demografî pêk tên.

Her wiha li dijî xwezaya wê jî sûcên darbirîn û avakirina avahiyên mêtingeriyê berdwam in.

Li gorî Rêxistinê di mehekê de

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Gulanê de bi bihaneyên vala û nerast 53 kes revandin.

Di nav de 4 jin hene. Li beramber serbestberdana wan bi hezaran dolar çeteyan xwestin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kesên revandî ber bi deverên nediyar ve dibin.

Piştî biserketina Erdogan di hilbijartinan de, di encama guleberdana bêserûber ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve zarokek ji kampa Mehmûdiyê hat kuştin û 25 din jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Efrînê ve xwezaya wê têk dibin.

Di meha Gulana borî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 900 darên zeytûnê û yên merxê li navenda bajêr û navçeyên Mabeta û Reco birîne.

Çeteyan van daran dikin êzing û li sûkên Efrîn, Ezaz, Idlib û Cerablusê difroşin.

Di çarçoveya guhertina demografiya herêmê de, dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya rêxistinên Qeterî, Kuweytî û Filistînî avahiyên mêtingeriyê li gund û navçeyên kantona Efrîna dagirkirî ava dikin.

Li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewa nêzî 50 avahiyên mêtingeriyê yên nû hatin avakirin.

Rêxistinê destnîşan kir ku Desteya Alîkariyê ya Cîhanî “Insur” bi hevkariya komeleyên filistînî avahiya mêtingeriyê ya “Emel 2” li çiyayê Lêlûn ê başûrê rojhilatê kantona Efrîna dagirkirî ava kir.

Back to top button