Binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyan li Efrîna dagirkirî

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hovîtiya ku berî 5 salan li Efrînê destpêkirine didomînin. Dar tên birîn û daristan jî tên şewtandin. Firotina malên Efrîniyan ku bi armanca guhertina demografiya Efrînê têne kirin jî, didome.

Efrîn POST ragihand ku çeteyên dewleta Tirk 24 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Mihemed Ibrahîm ji kokê ve birîn.

Çeteyên Ehrar El-şerqiyê û Sulatn Mûrad jî, 35 darên zeytûn û hinaran li gundê Estêr û Avraziyê birîne.

Tora Çalakvanên Efrînê jî da zanîn ku çeteyan agir berdan daristana gundê Hec Bîlal a girêdayî navçeya Şiyê.

Torê diyar kir ku agir bi beşeke mezin ji daristanê ketiye.

Ji bo guhertina demografiya herêma Efrîn jî, firotina malên Efrîniyan didome.

Efrîn POST diyar kir ku çeteyê bi navê Ebdullah Sîrac ku ji bajaroka Reyan a Helebê ye, mala welatiyê bi navê Xelîl Mihemed li hember hezar û 800 dolarî firot.

Yek ji kesên ji Meyser ya Helebê jî, mala Reşîd Şukrî yê ji Mebatayê bi 800 dolarî firot.

Back to top button