HPG’ê nasnameya du gêrîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê bi daxuyaniyekî nasnameya 2 gerîlayên ku li Mêrdîn û Zapê şehîd bûne eşkere kir. HPG’ê ji malbatên şehîdan û hemû gelê welatparêz ên Kurdistanê sersaxî xwest û diyar kir ku ewê bîranîna şehîdan di têkoşîna xwe de bidin jiyan kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî nasnameya 2 gêrîlayên şehîd eşkere kir.

HPG’ê diyar kir ku tevî gêrîlayan biryara rawestandina çalakiyan dabûn jî êrişên dewleta Tirk a dagirker nesekiniye.

HPG: Hevrê Viyan li ser xeta fedayîbûnê bû mînak

“Artêşa Tirk a dagirker di 21’ê Nîsana 2023’an de li rojavayê Zapê êrişekek pêk anî û di vê êrişê de hevrêya me Viyan Ozgur şehîd bû.

Hevrê Viyan a ku milîtaneke pêşeng a YJA Starê bû, bi tevlêbûna xwe ya li ser xeta fedaîbûnê û bi girêdana Rêber Apo û xeta şehîdan ji bo hemû hevrêyên xwe re bûye mînak.”

HPG: Hevrê Bahoz bi cesaret û biryardariyeke mezin li dijî dijmin şer kir

Her wiha HPG’ê ragihand ku di êrişên artêşa Tirk a dagirker a ên li Mêrdînê de hevreyê wan Bahoz şehîd bûye û ev yek got: “Li qada Bagokê ya Mêrdînê roja 2’ê Gulana 2023’an di navbera dijmin û hêzên me de şer qewimî û hevrêyê me Bahoz Çiya di van şeran de şehîd bû.

Hevrêyê me Bahoz bi cesaret û biryardariyek mezin li dijî êrişên dijmin rabû û heta nefesa xwe ya dawî bi fedayî şer kir û şehîd bû.

Nûneriya xeta berxwedanê ya Partiya me kir û bû nemir.”

HPG’ê di dawiyê de ji malbatên Şehîdan û tevahî gelên welatparêz ên Kurdistanê re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên derbarê nasnameya Şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Viyan Ozgur
Nav û paşnav: Serkeftin Demîr
Cihê jidayikbûnê: Mexmûr
Navê Dê: Xatûn
Navê Bav: Sedîq
Dîrok û cihê şehadetê: 21’ê Nîsana 2023’an-Zap

Nasnav: Bahoz Çiya
Nav û paşnav: Erdal Marangoz
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê Dê: Saliha
Navê Bav: Zemîrhan
Cih û dîroka şehadetê: 2’ê Gulana 2023’an-Mêrdîn

Back to top button