Neçîrvan Barzanî dîsa piştgiriya kujerên Kurdan Erdogan kir

Xelkê bajarê Qamişloyê li hember pîrozbahiya serokê Başûrê Kurdistanê li serokê AKP′ê Recep Tayyîp Erdogan ji ber serkeftina wî di hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê de, hêrsa xwe nîşan da û got:“PDK ku her roj behsa kurditiyê dike, lê bi dijminê kurdan Erdogan re tevdigere”

Serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya heasbê xweyê Twitterê serkeftina Erdogan di hilbijartinan de pîroz kir.

Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniya Barzanî wekî deqeke reş li ser eniya PDK′ê wesif kir.

Welatiyê bi navê Elî Omer ê têkildarî mijarê got:

“Hîna encam nehatibûn eşkerekirin, Mesrûr Barzanî serkeftina Erdogan di hilbijartinan de pîroz kir, wê yekê hêrsa piranî gelê kurd rakir.

Jina bi navê Zubeyde Ebdurehman jî da zanîn ku “Pîrozkirina Barzanî ji Erdogan re nîşaneya yekitiya berjewendiyên hevbeş ên di navbera malbata Barzanî û Erdogan de ye.”

Her wiha Izeedîn Gedo jî;”Ev ne cara yekemîn e malbata Barzanî bi PDK′ê û Erdogan re li hev dike, Barzanî her li gel Erdogan cihê xwe girt.

Back to top button