Yekîneyên Antî-Terorê ‘YAT’ê li Dêra zorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyonek hevbeş pêkanîn.
Di vê operasyonê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hati girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk têkildarî mijarê daxuyanî da û got:
“Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên dijî-terorê ên Herêma Başûrê Kurdistanê li bajarê Sûrê ê bakurê Dêra Zorê operasiyonek hevbeş li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk anî
Herdu hêzan 2 çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê girtin
Di operasyonê de hêzên hevbeş 2 çeteyên rêxistina terorîst a DAIŞê girtin ku tiliya wan di kuştin û êrişan de li dijî hêzên leşkerî û ruspiyên li herêmê de hebû
Her wiha ji bo revandin û veguhestina çeteyan li heremê dixebitîn.
Di operasyonê de miqdarek çek, cebxane û alavên têkeliyan hatin desteser kirin.”