Jina Kurd li Kerboranê bi tilîliyan hat oxirkirin

Jina Kurd Garîbe Gezer a li zindanên rêjîma Tirk bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, li Kerboranê bi tilîliyan hat oxirkirin.

Dayîk û biryarê Garîbe Gezer di merasîmê de anîn ziman ku ew bi wê serbilind in û wê ti carî dest ji doza wê bernedin.

Jina Kurd Garîbe Gezer ku li zindanên rêjîma Tirk êşkence û destdirêjî lê hate kirin, pêr bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Garîbe Gezer doh ji bo veşartinê ber bi navçeya Mêrdînê Kerboranê ve hat şandin.

Dema birina cenaze, polîsên Tirk gelek caran pêşî li karwanên erebeyan girtin.

Tevî vê yekê jî cenaze di ketina navçê de ji aliyê sedan kesî ve bi durûşmeyên “şehîd namirin” hat pêşwazîkirin.

Dema pêşwazîkirinê birayê Garîbe Gezer, Mehmet Emîn Gezer ku ji ber êrişa polîsên Tirk birîndar bibû, ev peyam da:

Em ê negirîn. Em ê her tim serbilind bin.

Dayik Halîme Gezer jî anî ziman ku Garîbe keça Kurdistanê bû û got, ew ê şopdarê doza wê bin.

Dawiyê cenazeyê Garîbe Gezer li cem gora birayê wê Bîlal ê Cotmeha 2014’an di çalakiyên berxwendan Kobanê de şehîd bibû, hate veşartin.

Back to top button