Li Iraqê 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama operasyonek hewayî de 10 çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Diyale hatine kuştin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê têkildarî operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di encama operasyonek ya hêzên asîmanî yên Iraqê de, li rêze çiyayê Hemrîn 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Her wiha di encama operasyona hêzên dije terorê de jî 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Ragihandina Ewlehiya Iraqê diyar kir di encama operasyonên bejahî û asîmanî yên di nava 24 saetên borî de bi giş tî 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Back to top button