Oldarê Başûr: Xebat û têkoşîna PKK’ê xebata hemû gelê Kurd e

Kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ berdewan dike û roj bi roj piştgiriya ji bo wê zêde dibe. Kesayetên oldar ên başûrê Kurdistnê ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ banga piştgiriyê li her kesê kirin. Oldaran diyar kirin xebat û têkoşîna PKK’ê xebata hemû gelê Kurd e.

Li başûrê Kurdistanê piştgiriya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê her diçe zêde dibe.

Oldarên Başûrê Kurdistanê jî piştgirî dan kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê.

Mele Ebdullah Cengel ê ji Ranyayê bal kişand ser komployên dijî Kurdan û got:

“PKK ji ber xwedî rêveberekî perwerdekar û îdeolojîk e, li dijî van komployan her çû zêdetir pêşket.”

Mele Ebdullah Cengel diyar kir cudahiya PKK’ê ya ji partiyên din ên siyasî yên Kurdistanê ewe ku xwedî fikir û perwerdeya xwe ya taybet e.

Mele Ebdullah got, “Rêveberê her partiyek hatibe girtin ew partî tune buye lê PKK mezin dibe.”

Rêveberê Tevgera Heq, Şêx Hewrê Kake Heme, daxwaz kir ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin û da zanîn xebat û têkoşîna PKK’ê xebata hemû gelê Kurd e.

Şêx Hewrê Kake Heme diyar kir derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ ji bo gelê Kurd û Kurdistanê gelek girîng e û got,

“Niha Kurd gelek li pêşin. Lê, mixabin nebûna yekrêziyê wisa kiriye ku gav lez neyên avêtin.”

Back to top button