Qadir Ezîz: Ji bo dawî anîna DAIŞ’ê divê kurd yekîtiya xwe xurt bikin

Rêveberê YNK’ê Qadir Ezîz serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Silêmaniyê kir. Di serdanê de Qadir Ezîz sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar ku ji bo têk birina DAIŞ’ê divê Kurd yekîtiya xwe xurt bikin.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûr ji bo Şehîdên pêngava Gurzê Gelan li navenda xwe, merasîmek bîranînê li dar xist.

Merasîm 2 roja dewam kir û ji bo serdanên sersaxiyê hê jî dewam dike.

Îro Rêveberê Ofîsa Siyasî ya YNK’ê Qadir Ezîz serdana navenda nûnertiya Rêveberiya Xweser kir.

Di serdanê de Qadir Ezîz sersaxî ji malbatê Şehîdan re xwest û da zanîn ku divê Kurd ji bo ku bikaribin dawî li DAIŞ’ê bînin, yekîtiya xwe bi hêz bikin.

Qadir Ezîz di dawiyê balkişand li ser berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD û got:

“QSD’ê berxedanek mezin kir û rê li ber DAIŞ’ê girt.”

Back to top button