Derbarê 6 parlamenterên HDP’ê de fezlekeyên nû

Bi daxwaza rakirina destnedayînê, 6 jê derbarê parlementerên HDP’ê de, 10 fezlekeyên nû şandin Meclisa Tirk. Her wiha dadgeha Antalyayê a Tirk 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredara Peyasê ya berê Fatma Arşîmed birî.

Bi daxwaza rakirina destne-dayînê, 10 fezlekeyên nû şandin Meclisa Tirk.

Ji 10 biryarname, 6 jê derbarê parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ne.

Parlementerên HDP’ê yên derbarê wan de biryarname hatin amadekirin ev in:

3 fezleke derbarê Feleknaz Ûca û 3 fezleke jî derbarê Fatma Kûrtûlan, Îmam Taşçier û Mûrat Çepnî de hatin amadekirin.

Dadgehê 6 sal ceza li hevşaredara berê Fatma Arşîmed birî

Rûniştina biryarê ya doza Hevşaredara Peyasê ya DBP’ê ya berê Fatma Arşîmed ku bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” negirtî dihat darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Antalyayê hat dîtin.

Li ser daxwaza dozger 6 sal û 3 meh ceza li Fatma Arşîmed hat birî.

Daneşîna doza Nurcan Yaliçin hat taloqkirin

Her wiha, rûniştina Doza Nurcan Yalçin a ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Jinan a Rosayê de hatibû vekirin taloq kirin.

Back to top button