Pentagon li dijî gefên Îranê “USS Nimitz” li Rojhilata Navîn dihêle

Ji ber gefên Îranê yên li ser kuştina Qasim Silêmanî, Pentagonê balafirhilgira USS Nimitz heta demeke nediyar li Rojhilata Navîn dihêle.

Alîkarê Wezîrê Parastinê Christopher Miller da xuyakirin ku, ji ber gefên Îranê li ser Donald Trump û berpirsên Amerîkî, dê USS Nimitz li herêma operasyonên leşkerî ya nêzî ava Kendavê bimîne.

Miller gef li Îranê xwar, ku eger berjewendiyên wan rastî metirsiyê bên, ew ê bê bersiv nemînin û divê ti kes bi hêza Amerîkayê guman nebe.

USS Nimitz, mezintirîn keştiya cengê li cîhanê ye. Amerîka wê ji salên 70’yî ve ji bo çareserkirina nakonkiyên li Rojhilata Navîn bi kar tîne.

Back to top button