Li Cezayîrê fermandarek hat kuştin û 6 çete hatin girtin

Di çarçoveya operasyonên artêşa Cezayîrê yên li dijî DAIŞ’ê de, fermandarekî Cezayîrî hat kuştin û 6 çete hatin girtin.

Wezareta Parastinê ya Cezayîrê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şeva Yekşemê, operasyonên cuda li dijî çeteyên DAIŞ’ê li çiyayên Tîbaza yên li rojavayê paytexta Cezayîrê, hatin pêkanîn.

Di encam de, fermandarekî Cezayîrî hat kuştin û 6 çete hatin girtin, her wiha jimarek cebilxane hat desteserkirin.

Duh jî li heman deverê, 4 çete û 2 leşkerên artêşa welat di operasyonekê de hatin kuştin.

Back to top button