Bi Boneya salvgera 43. a damezrandina PKK’ê, welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyên pîrozbahiyê li gelek bajar û navçeyên herêmê li dar xistin.
Welatiyan bi tevlîbûna hemû pêkhateyên herêmê li Dêrik, Hesekê, Tirbersiyê,Til Temir, Çilaxa, Kobanî, Heleb û gelek deverên din salvegera Cejna Vejînê pîroz kir.
Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 43. salvegera damezrandina PKK’ê, li gelek bajar û navçeyên herêmê şahiyên pîrozbahiyê li dar xistin.
Li Hesekê, bi sedan şênî û nûnerên saziyên leşkerî û sivîl tevlî şahiya ku li Hola Selko hatibû lidarxistin bûn.
Li Til Temirê jî bi sedan şênî li navenda saziya malbatên Şehîdan kom bûn û bi şahiyekê salvegera PKK’ê pîroz kir.
Şêniyên Dêrik û gudewarên wê jî li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan kom bûn û salvegera PKK’ê pîroz kir.
Şêniyên Girkê Legê jî salvegera Cejna Vejînê bi şahiyekê li Hola Aram Tîgran a Çand Û Hûnerê pîroz kir.
Li Tirbespiyê , şêniyên herêmê ji hemû pêkhateyên bi şahiyekê li hola Şaredariya bajêr roja 27’ê Mijdarê pîroz kir.
Li navçeya Çil Axa jî şêniyan şahiyeke pîrozbahiyê ji bo salvegera PKK’ê li dar xist:
Tevgera Ciwanên Şorşger li Herêma Firatê li Kobanê, bi tevlîbûna şêniyên herêmê şahiyeke pîrozbahiya salvgera PKK’ê li Qada Şehîd Egîd li dar xist.
Welatiyên taxên Şêxmeqsud û Eşrfiyê ên Helebê jî, salvgera PKK’ê bi şahiyeke mezin li Taxa Şêxmeqsûd pîroz kir.



