Di roja 4’an a Mîhrîcana Lêlûn a Sînameyê ya Navnetewî de 12 fîlmên din hatin pêşandan

Di roja 4’an a Mîhrîcana Lêlûn a Sînameyê ya Navnetewî de 12 fîlmên din hatin pêşandan.
Mijarên fîlman li ser “Kapîtalîst, mirina exlaq û parastina ekolojyayê û berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” bûn.

Festîvala Lêlûn a Sînameyê ya Navnetewî di roja xwe ya çaremîn de li kampên Serdem û Berxwedan ên Şehbayê didome.

Duh li kampa Berxwedan 5 fîlmên kin û dirêj bi naveroka xwe gelek name da hatin pêşandan.

Fîlmên hatin pêşandan ev in:

Fîlmê Têla Kincan a derhênerê Mehmûd Çiqmaqî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev fîlm balê dikişîne ser rewşa êrîşan li herêmê û dema wê 5 deqe ye.

Fîlm Under The Shadow a derhêner Sumeya Berkat ji Udinê beşdarbûye, dema wê 3 deqe û 42 sanî ne. ev Fîlm girîngiya daran her çendî ku mezin bibe jî nîşan dide.

Fîlmê Orange man derams a derhêner Şirîn Cîhanî ye, ji Iraqê beşdar bûye, dema wê 5 deqe û 40 sanî e.

Fîlm ji bûyerên rastîn hatiye girtin, ku balê dikişîne ser serpêhatiyên rojnamevanên ên ku wekî rehîne ketine destê DAIŞ’ê.

Fîlmê ”CV” a derêner Ebdulfetah El-Serarî ye ji Mexirbê beşdarbûye, dema wê 5 deqe û 40 sanî ne.

Mijara fîlmê, behsa xwendekarekî dike ku ji ber nepedakirina kar tevlî komên tundraw dibe û xwe întîhar dike.

Fîlmê White Fish Season a derhêner Geryan Necefî ji Îranê beşdarbûye, dema film saetek, 36 deqe ne.

Flîm serpêhatiya malbateke feodal ku ji ekolojyayê hez dike, vedibêje.

Li kampa Serdem jî 7 fîlm hatin pêşandan:

Fîlmê Narrgese Mast a derhêner Celaledîn Dirûbî ji Îranê beşdar bûye, dema wê saetek, 38 deqe ne.

Filmê Juan Vient ji Argentînê ye dema wê 04:00 deqe ne.

Filmê Elepant Bird a derhêne Mesûd El-Suhêlî ye ji Afganistanê beşdarbûye û dema wê 15 deqe ye.

Filmê Irony a derhêner Razî Cîca Nîva ji Awistralya beşdarbûye û dema wê 7 deqe û 53 sanî ye.

Fîlm behsa bandora tevna civakî li ser 7 mîlyar mirovên ku bi kar tînin, dike.

Fîlmê Beware the wolf a derhêner Julie Rimbouville ji Feransayê beşdarbûye, dema wê deqeyek û balê dikişîne ser mirina exlaqê.

Flîmê Electric a derhêner Francois Logine ji Fransayê beşdar bûye û dem 3 deqe û 33 sanî ne.

Herî dawî filmê dengê daholê ya derhêne Reşo Kasan, ji Helebê beşdarbûy û dema 80 deqe ne.

Behsa berxwedana şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên li dijî komên çete dike.

Back to top button