Rêvberiya Xweser: Divê hesab ji rejîma dewleta Tirk bê pirsîn

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê diyar kir ku rejîma Tirkiyê û çeteyên wê hovane-tirîn sûcan der heqê jinê de pêk tînin û banga hesabpirsînê kir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rejîma Tirkiyê û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra hovantirîn sûc û binpêkirinan der heqê jinên Sûriyê ya berxwedêr de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin.

Di daxuyaniyê bûyera qetilkirina şehîd Hevrîn Xelef, şervana YPJ`ê Amara bibîrxist û got,

Ev kiryar hemû li herêmên di bin kontrola dagirkeriya dewleta tirk de pêk hatiye.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji ber binpêkirinên wan der heqê jinan de pêk aniyîn divê, di dadgeha navdewletî de hesab ji wan were pirsîn.

Rêveberiya Xweser berxwedaniya şervanên QSD’ê ya li dijî dagirkeriyê silav kir û ev bang li raya giştî ya cihanê kir:

Em bang li tevahiya çalakvanên jin ên mafên mirovan dikin ku dengên xwe bilind bikin û serî ji gefên tirsandinê yên Tirkiyê û çeteyên wê ji bo ku bêdengkirina jinê pêk tîne, netewînin.

Leave a Reply

Back to top button