Biden: Trump gefê ji welat û demokrasiya me ava dike

Bi nêzbûna hilbijartinê re di navbera Joe Biden û Donald Trump de nîqaş û hev tawanbarkirin zêde dibe.
Biden serokê berê yê DYA’yê Donald Trump tawanbar kir ku gelek gefan li Amerîka û demokrasiya wê dixwe.
Trump her wiha gef li komunîst, marksîst, faşîst û çepên radîkal ên ku di nav sînorên welêt de dijîn kir.

FSerokê Amerîka Joe Biden, serokê berê Donald Trump tawanbar kir ku gelek gefan li Amerîka û demokrasiya wê dixwe.

Biden di nivîsa xwe ya li ser platforma medyaya civakî X’ê de got:

“Trump, di nav de mafê bijartinê, mafên sivîl, mafê dengdanê û cihê Amerîka li cîhanê gelek gefan li welatê me dixwe.

Lê metirsiya herî mezin li ser demokrasiya me ye.

Ger em vê winda bikin, em her tiştî winda dikin.”

Rêveberiya Biden vê hefteyê şîroveyên Trump ên ku koçberên li New Hampshire (Niyuw Hampşîr) dikin hedef bi tundî şermezar kir.

Demokratan her wiha îdia kirin ku serokkomarê berê hewl dide ku serokê Almanyaya Nazî Adolf Hitler ‘teqlîd bike’.

Trump di axaftina xwe ya di dema kampanyaya hilbijartinê ya ku hefteya borî li New Hampshire hat lidarxistin de, behsa hejmara rekora koçberan kir ku hewl didin bi qaçaxî ji sînorê Amerîkayê derbas bibin.

Trump gefê li koçberên li Amerîkayê xwar

Trump got:

“Xwîna welatê me jehrî dikin. Ya ku kirin jî ev e.

Ne tenê li Amerîkaya Başûr, li seranserê cîhanê nexweşxane û girtîgehan jehrî dikin.

Ji seranserî cîhanê li Afrîka, Asya, ji Asyayê tên welatê me.”

Trump her wiha gef li komunîst, marksîst, faşîst û çepên radîkal ên ku di nav sînorên welêt de dijîn kir.

Trump xwe wek tekane kesê ku dikare pêşî li derketina Şerê Cîhanê yê Sêyem bigire bi nav kir û got,

“Ew qanûnê bikar tînin da ku di asteke bilind de destwerdana hilbijartinan bikin, ji ber ku em di sindoqan de bi awayekî xirab li wan dikin.”

Dadgeha Bilind a Coloradoyê li ser Trump biryar da

Back to top button