Tuesday 2026/06/16
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Dadgeha Bilind a Coloradoyê li ser Trump biryar da

December 20, 2023
in CÎHAN
A A
Trump wê derkeve pêşberî dozger: Ewlekarî di asta herî jor de ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dadgeha Bilind a Coloradoyê biryar da ku Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump nikare beşdarî hilbijartinên pêşîn yên sala bê bibe û ji ber rola wî ya di serdegirtina Kongreyê de navê wî ji dengdanê were derxistin.
Dadgehê ragihand ku ji bo îtirazkirinê dê pêkanîna biryarê heta 4’ê Çileya 2024’an taloq bikin.

Li Amerîkayê, Dadgeha Bilind a Coloradoyê biryar da ku Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump nikare beşdarî hilbijartinên pêşîn yên vê eyaletê ji bo pêşbirka serokatiyê ya sala bê bibe.

Dadgehê di biryara xwe ya roja Sêşemê de rola Donald Trump di serdegirtina Kongreyê ya 6’ê Çileya 2021’ê de bi bîr xist û xala 14’ê ya Destûra Bingehîn wekî sedem nîşan da.

Di xala 14. a Destûra Bingehîn de jî tê gotin ku ew rayedarên ku di nav “îsyan an jî serhildanê” de ne, nikarin bibin xwedî erkên dewletê.

Hilbijartina sala bê Trump nikare li Coloradoyê bibe namzed

Biryar bi 4 dengan li hember 3 dengan hat girtin.

Lê belê dadger di îfadeya xwe de diyar kirin ku ev biryar ji bo wan “ne hêsan e”.

Dadgehê ragihand ku ji bo îtirazkirinê dê pêkanîna biryarê heta 4’ê Çileya 2024’an taloq bikin.

Biryara mijara gotinê dibe ku li Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî were îtiraz kirin.

Dadgeha Bilind a ku biryara dawî lê bê dayîn, bi giranî ji dadgerên muhafazakar pêk tê.

Dijberên Trump jî ev demeke dirêj e dibêjin ku ji ber serdegirtina 6’ê Çileyê Serokê berê nikare careke din bibe namzed.

Li ser biryarê bertekên ekîba Trump

Berdevkê ekîba kampanyaya hilbijartinê ya Trump biryara dadgehê wek “pir nedemokratîk” bi nav kir û diyar kir ku ew ê li dijî biryarê serî li Dadgeha Bilind bidin.

Berdevkê ekîbê got: “Em di wê baweriyê de ne ku Dadgeha Bilind dê zû biryarê bide û dawî li van dozên dij-Amerîkî bîne,”

Biryara dadgeha Koloradoyê tenê vê eyaletê digire ser xwe, lê li gorî xala 14’an a Destûra Bingehîn astengkirina namzetiya Trump li eyaletên din jî di rojevê de ye.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di nav namzedên Komarî de wek bijare tê nîşandan û li gor anketên raya giştî gelek li pêş dijberên xwe ye.

Komarparêz ji bo diyarkirina namzetê li eyaleta Lowa di 15’ê Çileyê de dê dest bi hilbijartinên pêşîn bikin.

Li Koloradoyê tê plankirin ku hilbijartinên seretayî di 5’ê Adarê de bên kirin.

Previous Post

ÎROJ

Next Post

NÛÇE

Weşana girêdayî

Trump: Derketina keştiyên petrolê ji Tengava Hurmizê destpê kir
CÎHAN

Trump: Derketina keştiyên petrolê ji Tengava Hurmizê destpê kir

Rûsya: Amerîka li Ukrayna li pey provakasyonek çekên kîmyewî ye
CÎHAN

Rûsya 172 dronên Ukraynayê xistin

Îsraîl peymana DYA-Îranê red dike: “Ev peyman me eleqeder nake”
CÎHAN

Îsraîl peymana DYA-Îranê red dike: “Ev peyman me eleqeder nake”

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye