KON-MED’ê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bang li gelê Kurd kir ku bi ruhê seferberiyê dakevin qadan.
Hevserokên KON-MED’ê Rûken Akça û Kerem Gok derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo daxuyaniyek dan û gotin:
Ji 2019’an ve agahî ji Rêber Apo nayê girtin.
Ne derbarê tenduristiya wî û ne jî ewlekariya wî de agahî tune ne.
Li gel hewldanan hemûyan jî tecrîd dewam dike û fikarên me jî ji ber vê yekê zêde dibin.”
Agahiyên dawî ên dibêjin gefa kuştinê li Abdullah Ocalan tê xwarin nîşan dide ku rewşa li Îmraliyê metirsîdar e.
Û divê metirsiya li ser Abdullah Ocalan tavilê ji holê bê rakirin.”
KON-MED’ê ji bo agahî ji Rêber Apo bê wergirtin bang li gel kir ku bi ruhê seferberiyê dakevin qadan.
KNK’ê bang li NY û YE’yê kir ku hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin