LI ROJHILATÊ IDLIBÊ 23 LEŞKERÊN RÊJÎMÊ Û 50 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li rojhilatê Idlibê navbera hêzên rêjîma Sûrî û çeteyên dewlta Tirk a dagirker şer û pevçûnên herî dijwar rû didin. 

 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku komên çete êrîşî gundên Selûmiyê, Cedû’iyê, Tel Mereq û Şem el-Hewa yên rojhilatê Idlib kir.

Li gorî agahiyan gelek maşîneyên hêzên rêjîmê hatin bêbandorkirin.

Li aliyê din, hêzên rêjîmê bi balafirên xwe tevî piştgiriya balafirên Rûsî jî hewl didin êrîşê bişkînin.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku di encama şer û topbaranê de 23 leşkerên rêjîmê û 50 çete heya niha hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button