Foza Yûsiv: Divê dewleta Tirk bê dadgehkirin ku piştgiriya DAiş’ê kiriy

Endama Desteya hevserokatiya PYD Foza Yûsiv destnîşan kir ku dewleta Tirk bi Doza Kobanê re, xwe weke berdevk û parêzerê DAIŞ’ê nîşan dide. Foza teqez kir ku divê hêzên navnetewî ji bo dadgehkirina dewleta Tirk bi erkên xwe rabin.

Endama Desteya hevserokatiya PYD Foza Yûsiv diyar kir ku doza Kobanê sosreteke hiqûqî, siyasî û navnetewî ye, di esas de divê dewleta Tirk bê dadgehkirin ku piştgiriya DAIŞê kiriye.

Doza Kobanê ya Hevserokên Giştî yên HDP yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş jî di nav de, 28 jê girtî 108 siyasetmedarên Kurd tê de tên darizandin.

Doz 26 Nîsanê hat dîtin, lê ji bo 18 Gulanê hat bipaşxistin.

Foza Yûsiv destnîşan kir ku Doza Kobanê destekdayîna dewleta Tirk ji DAIŞê re û beşekî domandina qirkirina siyasî ya ku li Bakurê Kurdistanê tê meşandin e.

Foza raya giştî ji ber doza Kobanê hişyar kir û anî ziman ku ev doz asta faşîzmê ya ku di hundirê Tirkiyê de bi pêş ketiye, eşkere radixe ber çavan.

Foza Yûsiv: Pêwîst e ji bo dadgehkirinê destwerdan bê kirin

Gelek dewletên navnetewî piştgirî dan berxwedana Kobanê û 1’ê Mijdarê roja piştgiriya berxwedana Kobanê ya cîhanî hat pejirandin.

Di vê derbarê de Foza dibêje; bi bêdengmayîna Ewropa, Amerîka, Rûsya û qada navnetewî bi xwe re dikevin nakokiyan.

Endama Desteya hevserokatiya PYD Foza Yûsiv dadgehkirina Doza Kobanê li dijî mirovatî, demokrasî û azadiyê bi nav kir û
pêwîstî bi destwerdaneke navnetewî dît.

Back to top button