Sozdar Ehmed: Divê stasyona Elok ji şer were bêalîkirin

​​​​​​​Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed bang kir ku divê Stasyona Elok ji şer were bêalîkirin.
Her wiha rojnamevanên ku rewşa ava Firatê şopandin jî teqez kir ku ev kêmbûna metirsîdar dê herêmê ber bi bobelateke mirovî ve bibe.

Ne bes e Serê Kaniyê dagir kiriye, stasyona ku avê ji 1.5 milyon şêniyî re peyda dike jî, kontrol û ava wê qut kiriye.

Hevseroka Gerînen-detiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed, teqez kir, ji 12 ‘ê Nîsanê ve ava stasyona Elok qut bûye, ku ev cara 13mîn e dewleta Tirk a dagirker avê ji şêniyên Hesek û navçeyên wê qut dike.

Dewleta Tirk stasyona Elok bi hinceta tunebûna kehrebeyê nedixebitand.

Piştî bangewaziyan û danûstandinên bi navbeynkariya Rûsyayê, Tirkiyê av berda, li bermaberî xebatindina stasyonê bi rêjeya ji sedî 10, dagirkeriya Tirk 7 mêga kehrebe xwest. Tevî ku tenê 3 mêga têra xebitandina stasyonê dike.

Stasyona ji 30 bîran û 8 pompeyan pêk tê, lê tenê 3 pompe û 10 heya 15 bîran dixebitîne.

Tevî pêwîstiya Hesekê ji avê ya rojane 70 hezar metre kab e, tenê 15 heta 20 metre kab hema hema digihêje bajêr.

Sozdar Ehmed bang li rêxistinên NY û Xaça Sor a navneteweyî kir ku divê stasyona Elok ji şer were bêalîkirin.

Rojnamevan: Rêjeya kêmbûna ava Firatê metirsîdar e

Gelek Rojnamevan, dezgehên ragihandinê yên herêmî û biyanî jî rewşa çemê Firatê, stasyonên avê yên ji ber qutbûnê rawestîne û kêmkirina saetên kehrebeyê li herêmê, şopandin.

Nûçegihan Ronak Şêxî ya kenala Al Aan anî ziman, piştî şopandina wê dît ku av bi awayekî metirsîdar kêm bûye û ev yek bi awayekî zelal diyar e.

Rêveberê Nivîsgeha Dengê Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûrî Zana Omer destnîşan kir ku Dewleta Tirk şerê siyasî veguherand yê bi avê re da ku derban li ewlehî û projeya Rêveberiya Xweser bixe.

Li gorî Desteya Enerjî û Pêwendiyê ya Rêveberiya Xweser, asta çemê Firatê heta rêjeya 5 metreyan kêm bûye.

 

”Bila Tirkiyê para me ya avê berde”

Her wiha bi dehan cotkar û xelkên li Tebqayê ku ziyan ji kêmbûna avê dîtine li ser bendava Firatê kombûn û daxuyaniyek dan.

Şêniyan daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku para Sûriyan a çemê Firatê berde.

Back to top button