Amerîka malperên înternetê yên medya Îranê girt

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), gelek malperên medya Îranê desteser kir.

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê piştrast kir ku 33 malperên medyayê yên di bin kontrola Tehranê de ne û 3 malperên Tûgayên Hîzbûllahê yên Iraqî ‘desteser’ kirine.

Malpera înternetê ya Press TV ku bi Îngîlîzî weşanê dike, malpera qenala nûçeyan El Alam a bi Erebî weşanê dike û malpera televîzyona El Mesîre ya Husiyên Yemenê ji aliyê edaleta DYA’yê ve hate astengkirin.

Kesên ku dixwazin bikevin malperan li peyama ‘ji aliyê hikumeta DYA’yê ve hatiye desteserkirin’ rast tên.

Ev peyam jî bi mohra polîsê federal û Wezareta Bazirganiyê ye.

Li gorî televîzyona Îranê qenalên El Allah, Palestîne Al-Yûm û qenalên televîzyonê hatine astengkirin.

Back to top button