TEV-ÇAND ji bo çalakiyên vê rojê amadekariyan dike

19’ê Tîrmehê nêz dibe û ji niha ve amadekarî û çalakî dest pê kirine.
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê û Hîlala Zêrîn ji bo vê rojê wekî her sal û li gorî rewşê amadekariyên xwe dikin.

Hevserokê TEV-ÇAND’ê Ednan Ibrahîm têkildarî şoreşa 19’ê Tîrmehê axivî û got,

“19`ê Tîrmehê bû vejîneke nû ji gelan re, bû vejîna aştî û demokrasiyê ku ew jî bi saya fikrê Rêber Apo pêk hat.”

Ibrahîm diyar kir vê salê careke din gefên dewleta Tirk a dagirker dewam kirin û ev got:

“Ji ber gel û hêza me ya leşkerî biryara şerkirina li hember êrişên dagirkeriyê daye, em ê jî pîrozbahiyên xwe nesekinînin, em amadekariyên girseyî dikin.”

Ednan Ibrahîm dawiyê da zanîn dibe ku şahî di heman rojê de yan rojekê berî yan jî piştî wê, pêk were.

Back to top button