Swarî Xidir: Em ê dest bi çalakiyan bikin

Rêveberê Şaredariya Guhbel a Şengalê Swarî Xidir dibêje agahiya derbarê tenduristiya Rêber Apo de, ji bo me Êzidiyan girane.

Rêveberê Şaredariya Guhbel a Şengalê Swarî Xidir derbarê gefên kuştina rêber Apo de axivî.

Swarî Xidir anî ziman ku bihîstina van agahiyên liser Rêber Apo ji civaka êzidî giranin û got:

”Bi salaye tecrîdek giran li dijî Rêber Apo tê meşandin.

Niha jî ev rewaş li Îmraliyê veguheriye qonaxek din û gef li Reber Apo tê xwarin.

Rêber Apo ji bo tevhiya mirovahiyê têkoşîn dike, ji bo wê jî ev gef li dijî hemû gelan e.

Swarî Xidir diyar kir ku bihîstina van agahiyên li ser Rêber Apo ji civaka Êzdî re giranin.

Swarî Xidir piştrast kir ku ew ê li dijî van gefan dest bi çalakiyan bikin.

Û çalakî heta wergirtina agahiyekê ji rêber Apo dê dewam bikin û têkoşîna xwe xurtir bikin.

KON-MED: Divê metirsiya li ser Abdullah Ocalan tavilê ji holê bê rakirin

Back to top button