”Ji bo pêşeroja zarokan, em zarokên xwe bê xwendin nahêlin”

Berdevka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Qamişloyê Menal Mihemed Emîn destnîşan kir ku projeya komîteyê ya ‘Dibistana malê’ . ji bo zarokên me pêdiviyên xwe yên ji bo xwendinê bigirin, demên xwe di malê de vala derbas nekin gaveke erênî bû.

Bi belavbûna Vîrûsa Koronayê re li tevahî cîhanê tedbîrên pêwist hatin girtin.

Rêveberiya xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina zarokan ji vîrûsê weke tedbîr dibistan girtin.

Komîteya perwerde û fêrkirinê ji bo zarokan dest bi projeya ‘Dibistanê malê’, kirin.

Ev proje wê bi rêya televizyonê wane ji zarokan re bê dayin, da ku zarok ji xwendina xwe bê par nemînin.

Têkildarî mijarê Berdevka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Qamişloyê Menal Mihemed Emîn, armancên vê projeyê û rêbazên dayina waneyan ji zarokan re axivî û got:

Vîrûsa koronayê li tevahî cîhanê belav bûye, em jî wek Komîteya Perwerdeyê, me dibistanên zarokan girtin.

Ji bo domandina xwendina zarokan, me civînên xwe çêkirin û biryar hat girtin ku dîsa waneyên zarokan bên dayîn.

Projeya me jî ew e ku wane werin tomarkirin û bi rêya televizyona Rojava weke xwendina ji dûr ve ji zarokan re, bên pêşkêşkirin.

Menal diyar kir ku armanca me ew e ku zarokên me ji xwendina xwe bê par nemînin û wiha pê de çû:

Me akademiya xwe ya Şehîd Egîd a li Qamişloyê kir xizmeta vê projeyê.

Ji bo zarok bi giştî van waneyan bişopînin me mamosteyên xwe li tevahî bajar û navçeyan kirin nava tevgerê.

Menal Mihemed Emîn dawiyê serkeftin ji bo tevahî zarokan xwest û got:

Wê vîrûsa koronayê bi dawî bibe û dibistanên me bi ken û tevgera zarokên me xweşik û geş bibe.

Back to top button