”Dengê Rojava dengê civaka azad û şervanên rûmetê ye”

Xebatkarên jin ên Radyoya ‘Dengê Rojava’ armanca êrîşa Çiyayê Qereçoxê, hedefgirtina Radyoya Dengê Rojava nirxandin kirin û diyar kirin ku bombebarana Çiyayê Qereçoxê komployeke li dijî vîna hêzên ku bi hezaran kes ji komkujî û qirkirinê parastibû, bi qasî em dengê şervanên azadiyê ne, di heman demê de em dibin dengê jin û civakê jî.

Di 25’ê Nîsana 2017’an de balafirên dewleta tirk Çiyayê Qereçoxê bombebaran kir.

Di nava êrîşê de gelek saziyên leşkerî û Radyoya Dengê Rojava hatin hedefgirtin.

Di encama topbaranê de 20 şervanên YPJ/YPG’ê di nav de 3 Endamên Ragihandina YPG’ê şehîd bûn.

Radyoya Dengê Rojava ku di 4’ê Nîsana 2013’an de hatibû avakirin, ji aliyê balafirên dewleta tirk hat bombebarankirin.

Piştî amadekariyên ji nû ve avakirina Radyo, di 10’ê îlon 2018’an de careke din weşana xwe dest pê kir û heya niha jî dewam dike.

Komkujiya qereçox 3 sal li peyî xwe hiştin, têkildarê topbarana Qereçoxê xebatkarên Radyoya Dengê Rojava, nirxandin kirin.

Şîlan Efrîn rêhevalên xwe yên şehîd bûn bi bîr anîn û got:

Dîroka dewleta tirk a dagirker bi xwînmijî, qirkirin, komujî û qetilkirina Gelê Kurd tê nasîn.

Em dixwazin di xebatên xwe de hevsengiyê çêbikin, bi qasî em dibin dengê şervanan, em dibin dengê jin û civakê jî.

Şîlan anî ziman ku niha Radiyoya dengê Rojava ne tenê li Rojava li Başûr û Bakurê Kurdistanê jî tê guhdarkirin, ev jî bersivekr tunde ji bo êrîşkaran.

”Xebatkarên jin tirsa xwe veguherandin hêz û fêrkirinê”

Hêlîn Tirbesipiyê rola xebatkarên jin a di radyoyê de bi bîr xist û got:

Jin dikarîbû di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de huner û zanebûna xwe di gelek qadan de derxîne holê.

Yek ji wan jî Radyo bû ku jinê dikarîbû di demeke kin de fêr bibe û tirs veguherand hêzê.

Hêlîn dawî destnîşan kir ku cîhan bi Vîrûsa Korona mijûl bûye û artêşa tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî gelê herêmê zêdetir kiriye, li dijî dagirkerî û hovîtiyê, em ê bibin dengê heqîqeta heyî û ji raya giştî re raghînin.

Back to top button