Kongra Gel: PKK bi damezrandina xwe bû mizgîniya azadiyê

Dîwana Hevserokatiya Kongra Gel salvegera 43’an a damezrandina PKK’ê bi daxuyaniyekê pîroz kir. Kongra gel bankişand ser têkoşîna Tevgera Azadiyê ku rejîma faşîst a dewleta Tirk biriye ber têkçûnê û got: Bi têkçûna vê rêjîma faşîst re wê li Rojhilata Navîn mîlada demokrasiya gelan dest pê bike.

Dîwana Hevserokatiya Kongra Gel bi wesîleya salvegera 43’an a damezrandina PKK’ê daxuyaniye da.

Kongra Gel salvegera 43’emîn a PKK’ê li Rêber Apo, gerîla, girtiyên zindanan û yên li her deverê li ber xwe didin, gelên Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz kir û ev yek anî ziman:

“Dîroka PKK’ê, jiyan û têkoşîna Rêber Apo ye. Têkoşîna Rêber Apo û ya PKK’ê ji destpêkê heta roja îro li hemberî dagirkeriyê, li hemberî hêzên emperyalist ên ku Kurdistan perçe kirine û li hemberî Kurdên xayîn, bi serketî dewam dike.”

Kongra Gel: Gerîla stratejiya dewleta Tirk a şerê teknîkê pûç kir

Kongra gel balkişand ser damezrandina PKK’ê ku bû mizgînî ji bo azadiya gelên Kurdistanê û jinan û got:

“PKK di têkoşîna xwe ya sala 43’emîn de jî li hemberî hêzên komploger, dewleta Tirk û Kurdên xayîn têkoşîneke bê hempa meşand.

Gerîla stratejiya dewleta Tirk ya şerê teknîk jî niha pûç kir. Li Metîna, Zap û Avaşîn bi alîkariya PDK’ê ev heft meh in çeteyên artêşa Tirk nikarin li ber gerîla gavekî pêş ve biçin.

Artêşa Tirk ji ber neçariya xwe li hemberî gerîla çekên kimyawî ên qedexekirî bi kar tîne.”

Kongra Gel: Rejîma faşîst ber bi têkçûnê ve diçe

Kongra gel di daxuyaniya xwe de işaret bi kirîza ku rojane di nava pergala faşîst a dewleta Tirk de jî kur dibe jî kir û wiha domand:

“Paradîgmaya Rêber Apo li ser bingeheke demokrasî û aştiyê di nava di nav gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê de belav dibe.

Rejîma faşîst jî bi êrişên nû her çiqas dixwaze desthilata xwe dirêj bike, lê belê têk çûna wê zûtir bibe.”

Kongra Gel: Li Rojhilata Navîn wê mîlada demokrasiya gelan dest pê bike

Kongra Gel bibîr xist ku bi têkçûna rejîma faşist a dewleta Tirk û bi çareseriya pirsgirêka Kurd, li Rojhilata Navîn mîlada demokrasiya gelan destpê bike….

Kongra Gel di dawiya daxuyaniya xwe de ev peyam da:

“Bi têkoşîna îsal em ê deriyê Îmraliyê vekin.

Bi bilindkirina pêngava dema azadiyê û kampanya dijî lîsteya terorê û teşhîrkirina şerê kîmyasal a dagirkeriya dewleta Tirk, di têkoşîna me ya sala 44’emîn de xabata bingehîn ya hemû qadan be.. “

Back to top button