Îro li Tirbespiyê, cenazeyê şehîdê Erka Xweparastinê Samir El-Elî bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr hate oxirkirin.
Di merasîma oxirkirinê de bi sedan welatî û endamên Erka Xweparastinê amade bûn.
Di merasîmê de kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Piştre, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Di dawiyê de cezayê şehîd Samir El-Elî bi dirûşmeyan hate oxirkirin.