Ji serokomarê Tûnisê seîd hişyariya bo koçberiyê

Serokomarê Tûnisê Qeîs Seîd ji ber metirsiya guherîna demografiya welat hişyarî da.
Seîd di civîna Ewlekariya Netewî de îşaret bi pêla koçberiya ber bi welat ve kir û got:
Êdî pêla koçberên ji bin Sahara Afrîka yên tên welat ne asayî ye.
Jimareke pir zêde ya koçberên bi rêbazên neqanûnî derbasî welat dibin û taybet jî bajarê Safakes.

Serokomarê Tûnisê Qeîs Seîd doh di civîna Ewlekariya Netewî de ji ber metirsiya koçberiyê hişyarî da.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Serokatiya Tûnisê ve hat belavkirin de Seîd wiha got:

“Ji destpêka sedsalê ve planeke sûc heye ku ji bo guhertina pêkhateya nifûsa Tûnisê hatiye amadekirin.

Seîd: Pêla koçberên ber bi welat ve êdî ne asyî ye

Ji sala 2011’an ve li Tûnisê rêxistinên ku ji bo bicihkirina koçberên neqanûnî yên ji Afrîkaya bin-Saharayê gelek mûçeyên girîng distînin.”

Welatên Ewropî jî li ser mijara koçberiyê zextên li ser Tûnisê zêde dikin.

Tûnis yek ji welatên ku peravên wê herî zêde nêzî Îtalyayê ye.

Tûnis bi piranî nuqteya derbasbûnê ye ji bo koçberan ku xwe bigihînin aliyê bakurê Deryaya Spî.

Lê piraniya koçberan di dawiyê de bêyî destûra rûniştinê ya belgekirî ku ji hêla rayedaran ve hatî derxistin li Tûnisê dimînin.

Herêma Safakes ya Tûnisê ji ber jimara zêde ya koçberan gelek carî dibe sedema pevçûnên dijwar.

Ev yek jî bandorê li ser rewşa aramiya li welat dike.

Back to top button