“Dêra Zorê li ber karesateke mirovî û tenduristî ne”

Rêjeya qirêjiyê di ava çemê Firatê de zêde bûye û pê re jî rewşên jehrîbûnê derketine. Gundewarên rojhilatê Dêra Zorê jî, li ber karesateke mirovî û tenduristî ne, lewra bang li civaka navneteweyî hat kirin ku yekser bikevin nava tevgerê û zextê li dewleta Tirk bikin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker zêdetirî nîvê rêjeya ava çemê Firatê ji ser erdên Sûriyê girt, ji ber neherikîna ava çem, madeyên tê de jehrî dibin. Her wiha ketina ava kanalîzasyonê li nav ava çem jî rewşê xirabtir dike.

Bi taybetî li bajarokên Sûsê û Baxozê yên li gundewarên rojhilatê Dêra Zorê nuqteya dawî ya çemê Firatê li Sûriyê ne.

Piraniya şêniyên wê deverê ava xwe yekser ji çem tînin, lewra gelek kes bi jehrî bûne.

Endama rêveberiya Komîteya Tenduristiyê ya gundewarê rojhilatê Dêra Zorê Meryem El-Ewed hişyarî da û got:

“Eger rewş bi vê rengî dewam bike dê nexweşî belav bibin.

Çemê Firatê çavkaniya jiyanê bû, niha bûye çavkaniya xetereyê.”

Meryem bang li civaka navneteweyî kir ku yekser bikevin nava tevgerê û zextê li dewleta Tirk bikin.

Endamê rêveberiya Komîteya Dezenfektekirina Ava Vexwarinê Ebulmecîd El-Letîf jî diyar kir ku ava çem êdî ne ji mirovan, ne ji bo sewalan, ne jî ji bo çandiniyê bi kar nayê.

El-Letîf destnîşan kir ku tevlêbûna ava kanalîzasyonê û madeyên kargehên pîşeyî û kîmawî ji ava çem re, hiştiye ku rengê avê zer bibe û bêhneke genî jê belav bibe.

El-Letîf bibîrxist ku piraniya stasyonên pazûkirinê ji ber daketina rêjeya avê ji xizmetê derketine, her wiha alavên dezenfektekirinê (CSM) ji ber zêdebûna qirêjiyê di ava çem de, zû xirab dibin.

Partiyên siyasî: Dewleta Tirk bi qutkirina avê şer didomîne

Partiyên siyasî yên di bin sîwana MSD’ê de yên navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kir.

Partiyan diyar kirin Dewleta Tirk bi qutkirina avê li ser xelkên herêmê, şer didomîne.

Partiyan bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker, bike.

Back to top button