Komîteya Ezmûnan ji bo ezmûnên refên 9 û 12`an 64 navend amade kirin-HAT NÛKIRIN

Komîteya Ezmûnan a herêma Cizîrê kartên ezmûnan ên refên 9 û 12’an amade kirin û ji bo cihên ezmûnan jî 64 navend amade kirin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê a herêma cizîrê jî dibistanên ku hatine sererastkirin, şopand.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê ji bo sala xwendinê ya 2020-2021 ji bo refên 9 û 12`an kartên ezmûnan amade kir.

Komîteya Ezmûnan jî dest bi belavkirina kartan li xwendekaran kir.

Desteyê diyar kir ku ji bo hemû xwendekar li yek cihî kom nebin û bi zehmetiyên çûn û hatinê re rû bi rû nemînin wan li bajarên Qamişlo, Hesekê, Girkê Legê û Dirbêsiyê 64 navendên ezmûnan amade kirine.

Endamê Komîteya Ezmûnan Nûrî El-Elî ragihand wan beriya 2 rojan kartên ezmûnan radestî rêveberên dibistanan ên li bajar û navçeyên herêma Cizîrê kirine.

Dibistanên Qamişlo yên hatine sererastkirin şopand

Li aliyê din desteya Perwerdehiyê ya li herêma Cizîrê û saziyên wê, dibistanên ku ji aliyê USAID ya amerîkî ve bi rêya Bernameya Sûriyê ya Xebatên Bingehîn ve hatine sererastkirin, şopand.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê, Mihemed Salih Ebdo diyar kir ku dê 9 dibistanên herêma Cizîrê, sererast bike.

Ebdo spasiya bernameya Sûriyê ya Xebatên Bingehîn kir û bang li tevahî rêxistinên navneteweyî kir ku alîkariya dibistanên herêma Cizîrê bikin, ji ber piraniya dibistanan binesaziya wan ne baş e û gelek pirsgirêkên wan hene.”

Back to top button