Şandeyeke Belçîka li Qamişlo bi rayedarên Rêveberiya Xweser re civiyan

Şandeyeke parlementoya Belçîkayê serdana Rojava kir.
Li Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya li Qamişloyê li ser geşedanên dawîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bandora êrişên dewleta Tirk gotubêj hatin kirin.

Şande destpêkê serdana Daîreya Têkiliyên Derve kir û ji aliyê hevserokê Daîreyê Ebdulkerîm Omer ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de gelek mijarên mîna gef û êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê, sûcên çeteyan li herêmên dagirkirî û avakirina kampan li herêmê nîqaş hatin kirin.

Hevserokê Daîreyê Ebdulkerîm Omer got “Ji ber vetoya Tirkiyê, Rêveberiya Xweser ji civînên navneteweyî yên ji bo çareserkirina aloziya tên lidarxistin, tê dûrxistin.

Ebdulkerîm Omer destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne li dijî qanûnên navneteweyî ye.

Endamê Parlamentoya Federal a Belçîkayê Georges Dallemagne, ji bo vegera hemwelatiyên Belçîkayê ji aliyê Rêveberiya Xweser ku di nava malbatên DIAŞ’ê de bûn kêfxweşiya xwe anî ziman.

Back to top button