Milley: Balona sixuriyê ya Çînê, sîxurî nedikir

Di mehên despêka salê de, balonek li ser asîmanên DYA digeriya.
Rêveberên Waşîngtonê îdia kirin ku ev balona Çînê ji bo sîxuriyê tê bikaranîn.
Serokê Fermandariya Giştî ya DYA Milley li wê yekê mikur hat ku balona hatî xistin ti karê sîxuriyê nedikir.

Serokê Fermandariya Giştî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) yê Orgeneral Mark Milley got,

“balona sîxuriyê” ya Çînî ya ku di meha Sibatê de li peravên rojhilatê welêt hat xistin bi rastî ne sîxurî bû.

Mark Milley roja Yekşemê ji CBS News re got,

“Di nirxandina pêbawer a civata îstîxbaratê de, balon ti îstîxbaratî kom nedikir.”

Milley bal kişand ser hewayê ya li Hawaii û ev tişt anî ziman:

“Ev bayên pir xurt in û motora li ser balonê nikare li hember van bayan li wê bilindahiyê bifire.”

Generalê Amerîkî destnîşan kir ku ji bo berhevkirina îstîxbaratê li ser balonê sensor û transmitter hene û wiha domand:

“Ez dikarim bibêjim ku ev balona sîxuriyê ye ku em piştrastin îstîxbaratê kom nake û ti agahiyê nagihîne Çînê.”

Balona ku paşê hat fêhmkirin ku aîdî Çînê ye, cara yekem di meha Çileyê de li esmanê Alaskayê hat dîtin û paşê ber bi başûrê DYAyê va rêça xwe ya bilindahiyê dewam kir.

Karbidestên Amerîkî bi mehan daxuyanî dabûn û îdia kiribûn ku balona ku di serê Sibatê de li Karolînaya Başûr hatibû xistin ji alîyê Pekînê ve ji bo berhevkirina îstîxbaratê hatibû şandin.

Karbidestên Amerîkî di meha Nîsanê de ji NBC News re di axaftinên xwe de îddîa kiribûn ku balon di ser dezgehên leşkerî yên Amerîkî re derbas bû da ku navbeynkariya danûstandinên elektronîkî bike û piştre leza xwe zêde kir da ku zû ji esmanê Amerîkî derkeve.

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Antony Blinken ku bûyer weke “ne qebûlkirin û bêberpirsiyarî” bi nav kir, wê demê serdana xwe ya Pekînê betal kir.

Rêveberiya Çînê îdia kir ku balon balafireke sivîl e û ji rê derketiye.

Back to top button