Artêşa Çînê bi 103 balafiran li derdora Taywanê xuya kir

Çîn di mijara grava Taywanê de ji ya xwe danakeve.
Di nava 24 saetan de, li derdora giravê, 103 balafirên şer û 9 keştiyên şer ên Çînê hatin dîtin.

Wezareta Parastinê ya Taywanê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Di navbera sibeha 17 û 18’ê Îlonê de Wezareta Parastinê bi tevahî 103 balafirên Çînî keşf kiriye.”

Wezaretê diyar kir ku ev hejmar ji bo dema dawî “rekorek” e.

Di heman demê de destnîşan kir ku ev tevgera leşkerî ya Çînê wê li herêmê rê li ber pirsgirêkên cîddî yên ewlekariyê veke.

Hikumeta Taywanê bang li Pekînê kir ku “Demildest van kiryarên yekalî yên wêranker bide sekinandin.”

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Taywanê, di navbera sibeha roja Çarşemê û sibeha Pêncşemê de 68 balafir û 10 keştiyên leşkerî yên Çînê li nêzî giravê hatine dîtin.

Çîn girava Taywanê wekî eyaleteke xwe dibîne û peyaman dide heke hewce bike wê giravê tevlî xaka welat bike.

Back to top button