Canada: di destê me de dîmen hene ku Îran li balafirê Ukraynayê xistiye

Îdiayên derbarê ketina balefira Ukraynayê de gomanên ku balefir hatiye xistin zêde dike. Serokwezîrê Canada got, di destê me de dîmen hene ku balefir ji aliyê Îranê ve bi moşekan hatiye xistin.

Balefira ku welatiyên Îran, Kanada, Afganistan, Îngiltere, Almanya û Ukrayna ku bi giştî 176 kes têdebûn ketibû xwarê.

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau diyar kir ku di destê îstixbareta Kanada de dimen heye ku balefira Ukrayna bi moşekên Îranê hatiye xistin.

Trudeau anî ziman ku dibe Îranê bi şaştî xistibe ji ber vê yekê hîna zuye ku aliyek were sucdarkirin.

Serokê Emerîka Donald Trump jî îşaret bi Îranê kir û got:

Gomana min heye ku balefir hatiye xistin.

Leave a Reply

Back to top button