
Di 15’ê vê mehê de yek jê fermandar 3 şervanên YPJ`ê li bajarê Minbicê di encama êrişa Tirk a dagirker de, şehîd bûn.
Wezîrê karên derve yê Luxembourgê Jean Asselborn derbarê şehîdkirina 3 şervanên YPJ`ê, de xemgîn e.
Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta endama fermandariya Meclisa Leşkerî ya Jinan a YPJ`ê Şervîn Serdar û 2 şervanên din Nûcan Ocalan û Canda Cûdî ragihandibû.
Bi vê armancê Wezîrê karên derve yê Luxembourgê Jean Asselborn li ser malpera xwe ya Twiteriker belavkir xemginiya xwe anî ziman û tê de got:
Em ji ber şehîdkirina 3 şervanên YPJ`ê yê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker li Minbicê, xemgînin.
Jean Asselborn aşkera kir ku ew bi şehîd Şervîn Serdar re sala 2016`an rûniştiye û piştgiriya xwe ya ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê ragihandiye.