ŞERVANÊ QSD’Ê MIHEMED HESEN LI DÊRA ZORÊ JI ALIYÊ ŞÊNIYAN VE HAT OXIRKIRIN

Bi dehan şêniyên gundewarên Dêrazorê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Hesen li goristana şehîd Hanî El-Hesen oxir kirin.

Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya 13 şevanan eşkere kir.

Şervanê QSD’ê Mihemed Hesen El-Hesen bi nasnav Cûdî 19’ê Tîrmehê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî şehîd bû.

Bi dehan şêniyên gundewarên Dêrazorê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekê ber bi goristana şehîd Hanî El-Hesen ve ketin rê.

Li goristanê merasîmeke leşkerî hat lidarxistin.

Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û QSD’ê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û rola şehîdan di rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê de destnîşan kirin.

Piştî axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya 13 şervanên QSD û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di pêngavên rizgarkirina herêmê de şehîd bûne, eşkere kirin.

Navên şehîdên nasnameyên wan hatin eşkerekirin wiha ne.

Mihemed El-Mihel,
Sedam El-Salim,
Elî El-Mendîl,
Samir El-Fendî,
Elî El-Letîf,
Umer Ehmed,
Selahedîm El-Hisên,
Elî El-Xilêf,
Mûîn El-Bermûd,
Ebdulhemîd El-Fehîman
Îbrahîm El-Xidir
Fadil El-Hîlal
Û Telal El-Receb .

Di dawiya merasîmê de şervanan cenazeyê şehîd di nava slogan û tilîliyên dayikan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button